Platforma Plankarên Bajar a Endezyar û Mîmarên Azadîparêz, bi şîara “Rêxstinbûn û Piştevaniyê ku xweşik dike û dide jiyandin" li Odeya Endezyarên Elektrikê ya Enqereyê, civîna çapemeniyê li dar xistin ^Fu avakirina xwe îlan kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, di konferansa Dîroka Kedê de axivî û got: "Tevgera çîna karkeran di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Di pêvajoyek wisa de divê mirov dîrokê zanibe û bi zanebûna dîrokê li pêşerojê binere. Ev ji her demê bêtir girîngtir e."
Karkeran anî ziman ku sînorê xizaniyê yê malbatekê gihaştiye 7 hezar lîreyan û gotin: "Pir zehmet e ku mirov bi 2 hezar lîreyan debara xwe bikin. Lê belê gava em li qadan dengên xwe bilind bikin em ê heqê xwe wergirin."
Siyasetmedar Mahmût Alinak ku pirtûka wî ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” hat qedexekirin, got: "Ev pirtûk wesîqeyeke îbretê ye. Wê nikaribin rê li ber vê pirtûkê bigirin."
Ma Muzîkê, bi şahiya muzîkê danasîna pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” kir. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar bal kişand ser pişaftina li ser ziman û got: “Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin.”
Nivîskar Firat Cewerî, anî ziman ku ligel polîtîkayên asîmlasiyonê hemûya dîsa jî kurdî hebûna xwe didomîne û got: "Xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî, serîrakirin e."